Bûyerpress
Duh Yekşemê û bi awayekî fermî, Koçka Sipî ragihand ku ew piştgîriya gelê Îranî yê di xwepêşandanan de dike û got ku divê li dengê gelê Îranê were guhdarîkirin.
Bervdeka Koçka Sipî Sara Sanderz doz ji hemî aliyan kir ku berevaniyê di ber mafên gelê Îranê de bikin û hişyarî da Îranê ku bi tundîtî bersiva xwestekên xelkê nede.
Ji aliyê xwe ve Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji beriya aniha piştgîriya xwe ji xwepêşanderan re aşkere kiribû.