Bûyerpress
Desteya Serokatiya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê (ENKSê) bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Nûnerê Rûsyaya Federal li bajarê Qamişlo doza hevdîtinekê ji wan kiriye û paşê ew bi hev re civiyane.
Desteya Serokatiya ENKSê ku ji Nihmet Dawud, Mihemed Ismayîl, Ebdusemed Biro û Fêsel Yûsif pêk dihat, di civîna li gel Nûnerê Rûsî de tekezî li ser misogerkirina mafên Kurdan di destûrê de kiriye.
Ji aliyê xwe ve jî Nûnerê Rûsî daye zanîn ku dê tevahiya pêkhateyên Sûryayê di civîna Sochi de amade bibin.