Îro li Sûriyayê alîgirên rêjîma sûriyê çûne ser sebetên hilbijartina serokatiyê û dengê xwe dane yekî ji sê hilbijêran, lê cîhan tev dizane encam çiye, ev hilbijartinên wek pêkenînekê ji hêla opozisyonê ve tê pesindan, opozisyona Sûriyayê jî bang li welatiyan kir ku neçin ser sebetan ji ber ew hilbijartin ên xwînê ne, ji aliyê siyasetmedarên kurdan ve jî daxuyanî hebûn ku Kurd ji berê ve beşdarî hilbijartinên Sûriyayê nebûne û di van rewşên şer û kuştinê de dîsan dûrî beşdariyê ne.