Li gor zanyariyan, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî, biryar daye ku lêkolîn ligel fermandeyên hêzên Sipîlk, Helgurd, Duhok û beşeke Zêrevanî were kirin, ku bêyî hîç berevaniyekê navçeyên Şengal û Zumar vala kirin. Barzanî di hevdîtina doh a ligel Babe Şêx ê Êzdiyan jî tekez kir ku kesên xemsarî kiribin tê lêpirsîn ligel wan bê kirin.
Derbarê mijarê de çavkaniyekê ji BasNewsê re got: ‘’Destpêkê DAİŞ’ê bi hêzeke kêm êrîş kir, lê ji ber wan fermandeyan şer nekir û reva hinekan ji wan bo nav axa Sûriyê, çekdarên DAİŞ’ê bi vêna hesiyan û bi hêzeke zêde pêşketin, fermandeyên wan hêzan jî berî Pêşmergeyan senger vala kirin loma evna bû cihê bêzarî û nîgeraniya Barzanî.’‘
Fermandeyê Hêza Êzdiyan Qasim Şeşo, ku wan ew hêz di nav xwe de pêkanîne bo rûbirûbûna çekdarên DAİŞ’ê, ji çiyayê Şengalê bi rêya telefonê ji BasNewsê re got: ʺDema Pêşmerge ji qezayê vekişiyan, hîç şerek nebû û çekdarên DAİŞ’ê li derveyê qezayê bûnʺ.
Jêder: BasNews