Bûyerpress
Wezareta Derve ya Amerîkî bi rêya daxuyaniyekê, binçavkirina xwepêşanderên Îranî şermezar kir û doz ji hemî dewletan kir ku bi awayekî aşkere piştgîriya miletê Îranê bikin.
Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Amerîkî got: ” Îran ji dewleteke xwedî dîrok û dewlemend, bûye welatekî dirinde û lawaz”.
Ji aliyê xwe ve Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êdî miletê Îranê ji sextekarî û diravdana terorê kuh bûye, ji vê yekê daketiye kolanê.