Bûyerpress
Li her du bajarên Kirmanşah û Xuremava yên Rojhilata Kurdistanê, bi hezaran ji welatiyên Kurd daketin kolanan û li dij Hikûmeta Îranê xwepêşandan li dar xistin.
Di wan xwepêşandanên ku duh Înê çêbûne de, daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî û başkirina rewşa aborî hat kirin.
Di heman demê de li bajarên Îranê yên wekî Isfehan, Qum, Reşt, Qûçan û Xuremşehrê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.