Bûyerpress
Duh Şemiyê û piştî şerekî giran li hember çekdarên rêxistina DAIŞê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk tevahiya gundê Mersema Rojava ji dest çekdarên DAIŞê derxist.
Li gorî ragihandina Hêzên Sûryaya Demoqratîk, ji encama şerê gundê Mersema Rojava ku bi qasî 29 kîlomitreyan ji bajarê Meyadînê dûr e, 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û tevahiya gund hat kontrolkirin.
Helmeta Bahoza Cizîrê ku derdora çar mehan e dest pê bûyê, deverên rojhilata Feratê hetanî bi sînorê Iraqê armanc digire.