Bûyerpress
Wezîrê Berevaniya Amerîkî James Mattis hişyarî da artêşa Sûrî ku nabe bi tu rengî li dij Hêzên Sûryaya Demoqartîk êrîş werin pêkanîn, û ” Eger êrîş pêk were jî, dê şaşîtî be”.
Di kongreyekî rojnamevanî de duh Înê Mattis got, dê berpirsên Amerîkî biçin rojhilata Sûryayê (Rojavayê Kurdistanê) da ku wê derê bi rêk û pêk bikin û ji nû ve ava bikin.
Her wiha Mattis tekez kir ku dê di demên bê de gelek dîplomatîkên Amerîkî biçin Bakurê Sûryayê û dê hêzên Amerîkî jî her li wir bimînin