Bûyerpress
Duh Înê li derbasgeha bakurê bajarê Minbicê, xwekujekî bi rêya motora xwe êrîşî rêbendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojava) kir û xwe peqand, ji encamê du endamên Asayîşê şehîd bûn.
Li gorî ku Hêzên Asayîşê ragihandiye, ew kesê xwekuj ji aliyê Cerablusê ve êrîş kiriye, her wiha ew xwekuj yek ji çekdarekên Mertala Feratê ye.
Di heman demê de û li rêbenda rojhilatê bajarê Minbicê ya li devera Xetaf, xwekujekî din bi rêya motorê, xwe li ser rêbendê peqand, lê tenê ziyanên maddî çêbûn.