Şeva bûrî, Duşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyerên dawî li Başûrê Kurdistanê navçeyên Şingal û Zumarê û rewşa hêzên pêşmerge, peyamek ji gelê Kurdistanê re belav kir.
Di peyamê de Serok Barzanî bal kişand ku tevî ku kultûra gelê Kurdistanê bi rêzgirtin li hemû olan dinere, lê dijmin herdem êrîş dikin û dixwazin zirarê bigihînin gelê me, Barzanî berdewam kir: ʺ Bûyerên vê dawiyê yên deverên Zumar û Şingalê, ew bobelata bi êş ku hate serê birayên me yên êzîdî dilê mirov dêşîne, lê em gelê Kurdistanê ji vê yekê piştrast dikin ku em nahêlin bostek xaka Kurdistanê bikeve destê wan û emê Şingal û Zûmarê û xwîşk û birayên xwe yên êzîdî mîna reşka çavên xwe biparêzin, çiyayê Şingalê jî dê mîna her car berxwedêr û serfiraz bimîneʺ.
Derbarê alîkariyên ji Herêma Kurdistanê re li dijî terora cîhanî got: ʺTeror arîşeyeke cîhanî ye û şerê li dijî terorê jî pêwîstî bi tevgereke navdewletî heye. Bi salan e Kurdistan bûye qurbana terorê û êrişên terorîstî lê mixabin em di şerê han de tenê man û ti kesî alîkariya gelê Kurdistanê nekir di vî şerî deʺ.
Li ser rewşa şer û pêşmergan Barzanî ji hemû hêzên gelê Kurdistanê xwest alîkar bin: ʺZarokên me yên leheng dest bi êrîşa li dijî terorîstan kirine û ber bi pêşve diçin. Ez ji gelê Kurdistanê, hêzên siyasî û ragihandina Kurdistanî dixwazim bi moraleke bilind û bi çavên vekirî û bi hestên berpirsiyariyê nêzîkî rewşa niha bibin û yekrêzî û yekitiya netewî û niştimanî biparêzinʺ.
Li dawiyê serok Barzanî geşbînî dane gelê Kurdistanê û got: ʺDi dawiyê de ez spasiya berxwedana hemû gelê Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman û hêzên xwebexş û malbatên serfiraz ên şehîdan dikim. Piştrast bin ku paşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê yeʺ.