Bûyerpress
Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê duh Çarşemê ragihand ku li nava xaka Sûrî û Iraqê, tenê bi qasî 1000 çekdarên DAIŞê mane.
Hevpeymanê her wiha got “Ji ber ku hevkarên me yên li ser erdê xurt û jêhatî ne, aniha tenê 1000 çekdarên DAIŞê li Sûrî û Iraqê mane û li deverên çolistana rojhilata Sûrî û rojavayê Iraqê em li pey wan in”.
Di dawiya daxuyaniya xwe de ya ji Ajansa Ruytersê re, Hevpeymana Navdewletî tekez kir ku ew ê hemî çekdarên DAIŞê bikujin an jî dîl bigirin, da ku nerevin welatên derdorê.