Bûyerpress
Dezgehên ragihandina Fransî ragihandin ku şervanên Kurd, fermandarekî DAIŞê ku bi eslê xwe Fransî ye, di 15’yê vê mehê de desteser kirine û aniha li bal wan dîlgirtî ye.
Fermandarê DAŞê ku navê wî yê rastîn Tomas Barinwan e, têkiliya wî bi komikên terorîst ên li Fransayê re heye û li gorî agahiyan, komika Tomas ji beriya aniha li Fransayê êrîşên xwekujî pêk anîne.
Di sala 2009’ê de ji aliyê dadgeheke Fransî ve bi qasî 5 sal zindan li Tomas Barinwan hat birîn û di 2012’ê de Tomas tevlî DAIŞê bû.