Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk duh Înê li gundewarê Dêra Zorê, 4 gund ji dest çekdarên DAIŞê derxistin û bi temamî kontrol kirin.
Li gorî ragihandina HSDê, her çar gundên Qehawî, Cebel, Keşkiyê û Ceb El-Behrê ku di navbera bajarokên Hecîn û Meyadînê de ne, piştî şerekî giran hatin rizgarkirin.
Her wiha hat zanîn ku ji encama wî şerî 67 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û du erebeyên wan hatin rûxandin.