Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk gundê Senîda yê li gundewarê Dêra Zorê bi temamî rizgar kir.
Gundê Senîda ku li bakurê rojhilatê bajarê Meyadînê ye û bi qasî 30 kîlomitreyan jê dûr e, piştî şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de, êdî gund hat kontrolkirin.
Li gorî ku ragihandina HSDê daye zanîn, di wî şerî de zêdetir ji 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û erebeyeke DAIŞê hatiye têkbirin.