Bûyerpress
Bi hilkefta hatina Cejna Jidayîkbûna pêxember Îsa û li jêr diruşmeya “Huner Li Dij Şer”, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, sempozyoma Reqayê ya hunera şêwekariyê li Qada El-Ne’îm a bajarê Reqayê da destpêkirin.
Bi serpereştiya Yekîneyên Parastina Gel û wekî piştgîriyekê ji hêzên HSDê re, ev sempozyom hat lidarxistin û biryar pê heye ku 3 rojan dom bike.
Di vê sempozyomê de birrek ji hunermend û şêwekar,şervanên YPGê û HSDê û xelkê deverê amade ne.