Bûyerpress
Li gorî raporeke Kenala El-Erebiyê, aniha aliyên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên wê yekê dikin ku artêşekê bi navê Artêşa Bakurê Sûryayê damezrînin, da ku 100 hezar leşkerî li xwe bigire.
Çavkaniyên leşkerî daye zanîn ku Artêşa Bakurê Sûryayê dê tevahiya deverên li jêr sîwana Federaliya Bakurê Sûryayê biparêze, tevlî Reqa, gundewarê Dêra Zorê û Minbic jî.
Di avakirina vê artêşê de Hevpeymana Navdewletî palpişta sereke ye û hetanî niha demeke destnîşankirî ji bo ragihandina artêşê nehatiye zanîn.