Bûyerpress
Birek ji partî û kombûnên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, duh Duşemê daxuyaniyeke hevbeş derxist, tê de ragihand ku ji mafê wan e wekî nûnerên Bakurê Sûryayê di Kongreyê Sochi de amade bibin.
Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM, Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûryayê HEVBENDÎ û hejmarek ji partiyên din ên Rêveberiya Xweser bi rêya daxuyaniyeke hevbeş tekezî li ser wê yekê kir ku “Divê amadebûna me bi navê Rêveberiya Xweser be”.
Di dawî de jî doza wê yekê hat kirin ku divê rêkirina vexwendinan ji bo beşdarbûna li Sochi, ne bi xwesteka Hikûmeta Tirkî be.