Bûyerpress
Cîgira Wezîrê Derve yê Israyîlî Tsîbî Hotovlî duh Duşemê ragihand ku welatê wê herî kêm bi 10 welatan re peywendî kiriye, da ku balyozxaneyên xwe ji Til Ebîbê veguhêzin bo Qudsê.
Hotovlî tekez kir ku piştî biryara Trump gelek guhertin çêbûne û got ku aniha Israyîl li gel 10 welatan di nava peywendî û hevrêziyê de, da ku di zûtirîn dem de balyozxaneyên wan ji bo Qudsê bên veguhastin.
Navên wan her 10 welatana nehatine zanîn, tenê Hotovlî got ku çend welat ji wan ên Ewrupa ne.