Bûyerpress
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik got ku ew ê di sala nû de, faşîzma Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan hilweşînin.
Di axaftineke xwe de ji kenaleke televizyonî re, Bayik her wiha got ew ê di demeke nêzîk de rewşa endamên MÎTa Tirkî ku li Silêmaniyê hatibûn desteserkirin, aşkere bikin.
Ji beriya aniha li devera Dûkan a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, 20 endamên MÎTa Tirkî hewla desteserkirin Cemîl Bayik da, lê belê ew ji hêla endamên PKKê ve hatin desteserkirin.