Bûyerpress
Duh Duşemê û bi rêya daxuyaniyeke hevbeş, 40 grop û komikên rikberiya Sûrî ragihand ku dê ew li Kongreyê Sochi beşdar nebin,” Ji ber ku hetanî niha Rûsyayê tu fişar li rêjîma Sûrî nekiriye da ku çareseriyeke siyasî çêbibe”.
Li gorî daxuyaniya wan 40 komên rikberiyê, tenê armanca lidarxistina Sochi ew e ku “Rûsya dixwaze ku proseya aştiyê ya aniha li Cinêvê dibe, têk bide”.
Biryara bi wê yekê heye ku di dawiya meha bê de kongre li dar bikeve û hetanî wekî niha, hêj aliyekî Kurdî ji bo kongre nehatiye vexwendin.