Bûyerpress
Êvara duh Duşemê, balafireke keşfê ya artêşa Tirkiyê li devera Şera ya girêdayî Efrînê, du bumbe avêtin girê Qestel Cindo.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî da zanîn, demjimêr 7’ê êvarê li devera Şerayê, balafireke keşfê ya artêşa Tirkiyê du bumbe avêtin jora girê Qestel Cindo, lê tu ziyan negiha deverê.
Di heman demê de artêşa Tirkiyê, Çiyayê Gir ê navçeya Bilbilê bi giranî topbaran kir û hetanî niha jî topbarana li ser Çiyayê Gir berdewam e.