Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk Kolgeha Murad a petrolê û her du bajarokên Hesyat û Ebû Herdûb rizgar kirin.
Malpera fermî ya Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku HSDê li bakurê Çemê Feratê kolgeha Murad ji dest çekdarên DAIŞê derxistiye.
Helmeta Bahoza Cizîrê derdora çar mehan e ku dest pê bûye û li gorî fermandarên HSDê, êdî ev helmet digihe armancên xwe û ber bi dawî ve diçe.