Bûyerpress
Wezîrê Berevaniya Rûsî Sêrgî Lavrov ragihand ku piştî têkçûna DAIŞê, êdî hebûna Amerîka ya leşkerî di nava Sûryayê de derqanûnî ye û metirsiyê li ser yekparçebûna Sûryayê çêdike.
Îro Duşemê Lavrov got” Dê Mosko di alîkariya Sûriyan de berdewam be, da ku aştî û ewlehî careke din li Sûryayê peyda bibin”.
Her wiha Lavrov tekezî li ser wê yekê kir ku çalakiyên Amerîka yên leşkerî li Sûryayê ji aliyê qanûnî ve, ne rewa ne.