Bûyerpress
Çekdarên rêjîma Sûrî li gundewarê Dêra Zorê, duh Yekşemê baregehên Hêzên Sûryaya Demoqratîk topbaran kirin, ji encamê 3 şervan birîndar bûn.
Hat ragihandin ku çekdarên rêjîma Sûrî, baregehên HSDê yên li gundê Dibanê kirin armanca topên xwe û ew der bi giranî topbaran kirin, ji encama ewê topbaranê, 3 şervanên HSDê birîndar bûn.
Helmeta Bahoza Cizîrê ku rizgarkirina deverên rojhilata Feratê hetanî bi sînorê Iraqê armanc digire, ev 3 meh û nîv in ku dest pê bûye û tenê di hundirê vê hefteyê de, 3 caran rastî êrîşên rêjîma Sûrî hatiye.