Bûyerpress
Bi hilkefta hatina Cejna Jidayîkbûna Pêxember Îsa, tevahiya saziyên Rêvebriya Xweser îro Duşemê di betlaneyeke fermî de ne, da ku ev cejn were pîrozkirin.
Li gorî bîr û baweriyên Ola Mesîhî, di rojeke wekî îro de Pêxember Îsa ji dêya xwe bûye, ji vê yekê ev roj wekî rojeke pîroz tê dîtin, her wiha her sal tê pîrozkirin.
Xirstyanên devera Cizîrê bi hilkefta vê rojê kar û barên pîrozkirinê dikin û ji aliyê xwe ve Asayîşa Rojava, tevahiya deverên ku Xiristiyan di nava bajaran de lê hene, aniha diparêzin.