Bûyerpress
Di dema ku cotkarekî devera Girê Sipî li nav zeviyê xwe yê li ser sînorê Tirkiyê kar dikir, çekdarên artêşa Tirkiyê ew cotkar gulebaran kir û piştî ku bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Izedînê Osman ku bi temenê xwe 64salî ye, ew xelkê gundê Sûsikê yê li rojavayê Girê Sipî ye û duh Yekşemê dema ku li nav zeviyê xwe kar dikir, leşkerên artêşa Tirkiyê gule avêtinê û ew kuşt.
Piştî ku ji hêla artêşa Tirkiyê ve birîndar bû, xizmên Izedîn ew rakirin nexweşxaneya Girê Sipî, lê di pey domana çend demjimêran re, jiyana xwe ji dest da.