Bûyerpress
Wezareta Derve ya Rûsî ragihand ku aniha ew lîsteya vexwendiyên Kongreyê Sochi amade dikin û got ku divê rikberiya Sûrî daxwaza çûna Esed ji ser desthilatdariyê, ji bîr bike.
Wezareta Derve ya Rûsî duh Şemiyê bi rêya daxuyaniyekê tekezî li ser wê yekê kir ku “Dê Sochi nebe meydana hildana diruşmên rakirina Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed “Ji ber ev diyar dike ku rikberiya Sûrî hêj jî daxwaza şerê çekdarî dike”.
Ji aliyekî din ve, Şandiyê Serokê Rûsî ji bo Sûryayê ragihand ku dê Kongreyê Sochi 1500 beşdarî li xwe bigire û got ku Tirkiyê li ser vexwendina hin kesên têkiliya wan bi YPGê re heye, dijber e.