Bûyerpress
Duh Şemiyê û bi tevlîbûna 38 komên hunerê, çalakiyên yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê bûn.
Di rê û resmên vekirina mehrîcanê de, hejmarek ji sitranan, dîlokên folklorî û çend helbest ji hêla tevlîbûyan ve hatin pêşkêşkirin.
Ev mehrîcan dê hetanî serê vê mehê (Sersal) dom bike û paşê dê ji hêla komîteya nirxandinê ve, ji nava 38 koman bi tenê 3 kom wekî komên serkeftî bêne hilbijartin.