Bûyerpress
Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku Artêşa Tirkiyê û komikên girêdayî wê, şeva çûyî li gundewarê Babê girtin ser malên Kurdan û 40 ciwanên Kurd revandine.
Bi rêya malpera xwe ya fermî, Meclisa Babê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirkiyê û komikên pê re, helmeteke binçavkirina ciwanên Kurdan dane destpêkirin û hetanî niha 40 ciwan binçav kirine.
Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku helmeta binçavkirin û revandina ciwanan li gundên Til Betal, Qar Kelbîn, Cidûd û Qebasînê pêk hatiye.