Bûyerpress
Hêzên artêşa Tirkiyê û komikên girêdayî wê ji devera Ezazê, her yek ji gundên Sênka, Xerabê Şera, Basofan û Bayê yên navçeya Şerayê bi giranî topbaran kirin.
Ji aliyê xwe ve şervanên Yekîneyên Parastina Gel bersiva jêdera topbaranê da û hîn hejmara qurbanî û ziyanên şer, nehatiye zanîn.
Zêdetir ji 4 salan e ku deverên Efrîn û Şehbayê ji hêla komikên rikberiya Sûrî û artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin û di dema dawî de êrîş û gefên Tirkiyê zêdetir bûne.