Bûyerpress
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê de Brett McGurk ragihand ku: “Di şerê kontrolkirina Mûsilê de, Amerîka 2 milyar û 200 milyon Dolar xerc kirine”.
Brett McGurk her wiha ragihand: ” Ji dema ku Trump bûye Serokê Amerîka û hetanî niha, 98% ji deverên kontrola DAIŞê hatine kontrolkirin û derdora 8 milyon mirovî ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin.”
Der barê penaberan de jî McGurk diyar kir ku zêdetir ji 2 melyon û 700 hezar penaberî vegeriyane warên xwe.