Bûyerpress
Wezareta Derve ya Kazaxistanî ragihand ku dê kongreyê hevpeyvîna niştimaniya Sûrî (Kongreyê Sochi) di dawiya meha Çile de li Sochi li dar bikeve.
Wezareta Derve duh Înê û piştî bidawîbûna Danûstandinên Asîtana 8’ê ragihand ku dê Sochi babetên pevguhastina girtiyan û gihandina alîkariyên mirovî li deverên şer, gengeşe bike.
Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser yekparçebûna xaka Sûrî li hev kir û rikberiya Sûrî jî hêj helwesta xwe ji bo beşdarbûna li Sochi eşkere nekiriye.