Bûyerpress
Piştî ku Hêzên Sûryaya Demoqratîk tevahiya gundê Cersa Rojhilat ê li gundewarê Dêra Zorê kontrol kir, çekdarên rêxistina DAIŞê careke din êrîşî gund kir û di navbera wan û HSDê de şerekî giran rûda.
Ragihandina HSDê da zanîn ku ji encama şerê duh Înê yê li Cersa Rojhilat rûdayî, zêdetir ji 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û paşê êrîş hat şikandin.
Helmeta Bahoza Cizîrê derdora 4 mehan e ku dest pê bûye û armanca evê helmetê, rizgarkirina deverên Rojhilata Feratê hetanî bi sînorê Iraqê ye.