Bûyerpress
Tevgera Goran û Komeleya Islamiya Kurdistanê ku her yek ji wan aliyekî sereke bû di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, duh Çarşemê her duyan xwe ji hikûmetê vekêşa û piştgîriya xwe ji xwepêşandan re nîşan da.
Bi rêya daxuyaniyeke hevbeş, Tevgera Goran û Komeleyea Islamî vekêşana xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û 5 xalên sereke destnîşan kirin ku yek ji wan hilweşîna hikûmetê aniha û damezrandina hikûmeteke demkî ye.
Her wiha di her 5 xalan de, Goran û Komeleyê piştgîriya xwe ji xwepêşandanan nîşan daye û doza parastina xwepêşandanan ji hêzên ewlehiyê kiriye.