Bûyerpress
Fermandarekî Hêzên Sûryaya Demoqratîk ê bi navê Hesen Qamişlo ragihand ku êdî rêxistina DAIŞê rojên xwe yên dawî dijî û Helmeta Bahoza Cizîrê ber bi dawî ve diçe.
Di axaftineke xwe de ji dezgehên ragihandinê re, Fermandarê HSDê diyar kir ku hêzên wan gihane li ser sînorê Iraqê û got ku bi vê yekê ev helmet ber bi dawî ve diçe.
Der barê êrîşên hêzên rêjîma Sûrî de li ser xalên HSDê, Hesen Qamişlo tekez kir ku hêzên rêjîmê hewla astengkirina bipêşveçûnên HSDê dide, “Lê ew ê nikaribe.”