Hekîm Ehmed
Şerekî dijwar li navçeya Şingalê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞ de diqewime, lê ti agahiyên hûrbîn ji Şingalê li ser vî şerî tune ne.
Ji duh ve çavên Kurdan ji seranserî Kurdistanê û cîhanê li ragihandinê ye ku mizgîniyek bidest bixin, mixabin di vê rewşa awarte de jî hinek şerê hev dikin, lê heta niha bi awayekî zelal nayê zanîn çi dibe.
Trajîdyak li Şingalê, di nav xelkên me de heye û bi taybet Êzîdiyên me yên ku di dirêjayîya dîrokê de tim aştîxwaz û mirovhez û welatperwer bûn.
Hêzên Kurdan yên leşkerî li eniya şer xwe bi hêztir dikin, gerek e xelkên deverê bi şervanên Kurdan re alîkar bin, karbetalên li ser Fesbookê, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd seranserî Kurdistanê û cîhanê ne dema nakokiyan e, îro roja hevgirtin û navtêdanê ye.
Li dawiyê divê em li sivîlan, zarok û kal û pîr û malbatên xwe jî xwedî derkevin, baweriyên wan çi bin, wan ev bobelat dîtine ji ber ku Kurd in û ji ber li ser xaka xwe ya pîroz bûn.