Îro 4/8/2014, Dr. Berhem Salih di hejmara xwe ya taybet li tora civakî Twitterê de peyamekî kurt libarê êrişên DAIŞ bo ser navçeyên Zumar û Şengalê belav kiriye. Salih gotiye: ʺÊrişên DAIŞ bo ser navçeyên Zumar û Şengalê tirajîdiya Êzîdiyan tîne bîra me hemû aliyan ku nabê tu aliyek bê deng bimîne û divê Kurd û Şî`e û Sune pêkve beşdarî di wî şerî de bikinʺ.
Dr. Berhem dibêje: ʺTerorîstên tundrew mijûlî encamdana tawanekî bê wêne ne li dijî mesîhî û Êzîdiyanʺ.
Got jî: ʺTişta ku rû dide nîşana şikestina aşkire ya serkirdayetiya siyasî a Iraqê yeʺ.
Dr. Berhe nivîsiye:ʺ Ewa rûdide ne ew e ku du bereyên peyayên xirab hevdû dikujine, lê di bereyekê de xelkekî zor bêguneh têne kuştinʺ.
Jêder: Xendan