Bûyerpress
Nûçegihanê Ajansa Hawarê Rizgar Adanmiş ku di 12’ê Cotmeha 2017’ê de li Dêra Zorê, ji encama êrîşeke xwekujî ya çekdarên DAIŞê birîndar bûbû, roja 18’ê vê mehê, ew jî şehîd bû.
Di di 12’ê Cotmeha vê salê de, dema ku ekîba Ajansa Hawarê, rewşa kerwanekî penaberên Dêra Zorê romal dikir, otombîleke bumbebarkirî li nava wan peqiya, her du karmendên Hawarê “Hogir” û “Dilîşan” şehîd bûn û Rizgar Adanmiş bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneya hat veguhastin.
Piştî zêdetir ji du mehan ji dermankirina li nexweşxaneya, êdî Rizgar Adanmiş canê xwe ji dest da û şehîd bû.