Bûyerpress
Di pişt rizgarkirina her du gundên Cersa Rojhilat û Hemamê re, careke din çekdarên DAIŞê êrîşî her du gundan kir û di navbera wan û Hêzên Sûryaya Demoqatîk de, şerekî dijwar rûda.
Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku ew êrîşa duh Çarşemê ya li ser her du gundan hat têkşikandin, ji encamê 3 şervanên HSDê şehîd bûn û 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Tê zanîn, dema ku li deverên Dêra Zorê bahoz û bablîseka tozê radibe, êdî çekdarên DAIŞê êrîşî xalên kontrola HSDê dikin û hewl didin ku hin gundan bi dest xwe ve bînin.