Bûyerpress
Grûpa kenala NRT ya ku navenda wê li Silêmaniyê ye, êvara duh Sêşemê daxuyaniyek da, tê de ragihand ku derdora 200 çekdarî êrîşî avahiya weşana wan kiriye, weşan rawestandiye û kenal girtiye.
Di daxuyaniya xwe de grûpa NRT dibêje tenê gunehê wan ew e ku wan bi pîşekarî, bûyînên li kolanê romal kirine û got ku hêzên ewlekariyê berpirsyarên saxlemiya endamên wê ne.
Grûpa NRT ev kar bi zarekî tund şermezar kir û doza mafê xwe yê qanûnî di weşan û romalkirinê de kir.