Bûyerpress
Di her du rojên derbasbûyî de, li navçeyên Parêzgehên Silêmanî û Helpçayê bi sedan ji xelkê deverê daketin kolanan û dirûşmeyên ketina hikûmetê û başkirina rewşa aborî hatin avêtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî der heqê wan xwepêşandanan de daxuyaniyek da û tê de doz ji xelkê kir ku xwestekên xwe bi rengekî aştiyane derbibirin.
Ji aliyê xwe ve Yekîtî Niştimanî Kurdistanî ev çalakî şermezar kirin û kesên li kolanê bi xerabkar û wêrankeran pesinandin.