Bûyerpress
Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê ragihand ku dê hêzên wê ji Sûryayê venekeşin, hetanî ku pêşketineke berbiçav di Danûstandinên Cinêvê çênebe.
Di kongreyekî rojnamevanî duh Sêşemê û di bersivdayîna pirseke rojnamvanan de, Berdevkê Hevpeymanê Rêyan Dîlon got ku: “Em ê li Sûryayê bimînin, hetanî ku pêvajoya siyasî bi ser bikeve”.
Bi hezaran ji leşkerên Amerîkî aniha li Sûryayê hene û li gorî ku Amerîka dibêje, hêzên wê tenê ji bo rahênanê ne û şer nakin.