Bûyerpress
Endamên Meclisên Xwecihî yên her du Kantonên Hesekê û Qamişlo, duh Sêşemê sonda fermî da û hevserokên meclisên xwe, hilbijartin.
Li avahiya Desteya Parastinê ya li bajarê Qamişlo û bi amadebûna Desteya Cîbicîkar a Federaliya Bakurê Sûryayê, sonda fermî bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin.
Di heman rûniştinê de, Necîb Ilyas Xûrî û Perwîn Yûsiv, wekî Hevserokên Kantona Qamişlo ji hêla Endamên Meclisê ve hatin hilbijartin.