Bûyerpress
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku, hêzên Iraqî û komikên Heşda Şabî hewl didin ku êrîşî bajarokê Mexmûrê bikin.
Di heman daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ev heye pênc roj ku hêzên Iraqê li dorhêla bajarokê Mexmûrê kom bûne û hewla êrîşa li ser bajarok didin.
Di dawiya dauyaniyê de Encumena Asayîşê doz ji Hikûmeta Bexdayê kir ku tiştekî wiha rûnede, her wiha bang li civaka navdewletî kir ku fişarekê li Bexdayê bikin.