Bûyerpress
Di çarçoveya pêngava hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê de, îro Sêşemê endamên Meclisên her du kantonên Qamişlo û Hesekê, sonda fermî didin da ku dest bi kar bikin.
Hat ragihandin ku dê îro Sêşemê demjimêr 10’ê sibehê li pêş avahiya Desteya Parastinê li bajarê Qamişlo, dê hemî endamên Meclisa Bajarê Qamişlo sond bixwin, da ku dest bi kar bikin.
Her wiha biryar pê heye ku her di îro de, Hevserokatiya Meclisên Kantonên Qamişlo û Hesekê bêne hilbijartin.