Bûyerpress
Piştî rizgarkirina gundê Cersa Rojhilat ji hêla Hêzên Sûryaya Demoqratîk, çekdarên rêxistina DAIŞê careke din êrîşî wî gundî kir, û piştî şerekî dijwar ew êrîş hat şikandin.
Duh Duşemê li gundewarê Dêra Zorê, çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşî gundê Cersa Rojhilat kir, ji encama bersivdayînê 21 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ew êrîş têk çû.
Helmeta Bahoza Cizîrê zêdetir ji 100 rojan e ku dest pê bûye û deverên rojhilatê Çemê Feratê hetanî bi sînorê Iraqê armanc digire.