Bûyerpress
Desteya Cîbicîkar a Federaliya Bakurê Sûryayê der barê daxuyaniya Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed de ku gotibû Kurd xayîntiyê dikin, bersiv da û got ku daxuyaniya Esed tenê ragihandina şer e.
Di daxuyaniya xwe de Desteya Cîbicîkar tekez kir ku bi xiyanetkirina Hêzên Sûryaya Demoqratîk, Esed bi agir dilîze û dide diyarkirin ku Sûrî ber bi şerekî nû ve diçe.
Her wiha Desteya Cîbicîkar got ku ev helwestên wiha, ji me re wê yekê piştrast dikin ku êdî di navbera rêjîma Sûrî û Serokomarê Tirikiyê Erdogan de hevkariyek li dij Kurdan dest pê dibe.