Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku “Ev 2 meh in ku Hêzên Pêşmerge bi tenê şerê terorê dikin” û rijdbûna xwe li ser parastina êzîdiyan û vegerandina “Her bostekê” ji axa Şingalê anî ziman.
Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêşwazî li Babe Şêxê êzîdiyan û şanda Şingalê kir.
Di hevdîtinê de, Babe Şêx daxwaz ji Barzanî kir ku çareyekê ji karesata êzîdiyan re peyda bikin, herwiha derî ji xelkê devera Şingalê re bê vekirin da mil bi mil ligel Hêzên Pêşmerge şerê terorê bikin.
Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî hevxemiya xwe bo şanda êzîdiyan anî ziman û got: “Em amade ne bi dil û can bergirî li ax û rûmeta xuşk û birayên êzîdî bikin û çi tişt ji destî me werê bo azad kirina axa Kurdistanê ji destê terorîstan, emê bikin.”
Barzanî wiha domand: “Ti kes nikare kurdên êzîdî ji nav bibe û em rijdin li ser parastina êzîdiyan û vegerandina her bostekê ji devera Şingalê.”
Herwiha Barzanî amaje kir ku Hêzên Pêşmerge bi tenê xwe Kurdistanê diparêzin û got: “Hikûmeta Iraqê û hêzên navdewletî alîkariya gelê Kurdistanê nekirin. Herwiha rêgir bûn ku gelê Kurd çek ji xwe re peyda bike da bergiriyê li xwe bike.”
Jêder:Rudaw