Bûyerpress
Wekî bersivadyînekê li hember daxuyaniya Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed ku gotibû Kurdên Bakurê Sûryayê xayîn in, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûryaya Demoqratîk daxuyaniyek da û got ku rêjîma Beşar El-Esed xayîntî bi xwe ye.
Di daxuynaiyeke xwe de ku duh Duşemê hat belavkirin, Fermandariya HSDê bal kişand ser wê yekê ku hêzên wê ev heye çend sal şerê terorê dikin û hewla damezrandina sîstemeke civakî ya dadperwer didin.
Her wiha di daxuyaniyê de hatiye ku rêjîma Sûrî hemî dergeh li ber hêzên biyanî vekirine ku derbasî Sûryayê bibin û tevahiya terorîstên di zindanan de serbest berdane.