Bûyerpress
Berdevkê Partiya Demoqratîk a Gelan Osman Baydemir got ku “Ma eger Filestîn û gelê xwe li jêr dagîrkeriyê ne, ma gelo rewşa Kurdistanê çi ye, gelo Kurdistan sitem lê nayê kirin”.
Di axaftineke xwe de duh Şemiyê Baydemir got ku aniha li Bedlîsê hemî şaredar û endamên HDPê di zindanê ne û ev yek bi xwe jî bi dagîrkerî û sitemkariyê pesinand.
Baydemir bi rengekî aşkere êrîşî AKPê kir û got ku: “Hetanî niha we dest daniye ser 96 şaredariyan, ev bi xwe jî dagîrkerî ye”.